Ji teref Wezareta Tendurîstî ya Filistînê ve hat daxuyandin ku li Taxa Cebe Tavîla ku nêzê yekîneya îşxala Cihûyên Psagota ku li bajara Bîre ye, di navbera leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst û Filistînîyan de gelemşe derket.

Hat destnîşankirin ku di encama gelemşeyê de îşxalkeran bi çekan êrîş li Filistînîyan kirin.

Di encama êrîşê de gule li qelbê ciwanek Filistînîyê 21 salî yê ku hê navê wî nehatîye hînbûn ket û şehîd bû. (ÎLKHA)