Di tarîxa 6ê Gûlanê de li Hotel Saratogaya ku li Havanaya paytexta Kubayê ye teqînek pêk hatibû.

Wezareta Tenduristîya Xelq ya Kubayê daxuyand ku hêjmarên mirîyan derket 43 kesan, hêjmarên birîndaran 97 kes, ji birîndaran 37 kes jî piştî ku baş bûn ji nexweşxaneyê hatin derxistin, 3 kes jî hê winda ne.

Hat destnîşankirin di nav wan kesên ku mirine de pîrek û zarok jî hene.

Hat dîyarkirin ku otêl ji ber covîd-19ê hatibû girtin û dihat plankirin ku bê vekirin, ji ber vê yekê di nav otêlê de karker hebûn e. (ÎLKHA)