Li gorî daxuyanîya Şebekeya Medyaya Ewlehîyê ya Iraqê hat destnîşankirin ku artêşa Iraqê li bajaroka Sergarana Kerkûkê di tarîxa 9ê Gûlanê de operasyonek da destpêkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li nêzê Tepika Gravê ya ku li herêmê ye şikefteke ku endamên rêxistinê tê de xwe vedişartin hat îmhakirin û 9 endamên DAÎŞê yên ku di nav wê şikeftê de bûn jî hatin kuştin. (ÎLKHA)