Li gorî îddîayan, li Taxa Febrîqeya li navçeya Yenîşehîrê li ser rêya tirênê ya ku derdorê wê bi çîtan girtîye cesedeke yê ku serê wî hatîye jêkirin hat dîtin.

Bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê meseleyê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewaqkirin. Hat ragihandin ku piştî lêgerîna polêsan hat tespîtkirin ku cesed aîdê Recep A. (27) bûye.

Cesed, piştî tetkîkên ku hatin kirin ji bona ku otopsî bê kirin hat şîyandin Sazîya Tipa ‘Edlî û polês jî derheqê meseleyê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)