Di serê sala 2022yan heta îro li Şerîaya Rojava û Xezzeyê ya ku di bin îşxalê da ne de 50 Filistînî hatin şehîdkirin.

Li gorî rapora ku Îdareya Rewşên Awarteyê ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Filistînê ye, li Cenîna Şerîaya Rojavaya ku herî zêde Filistînî li wê şehîd bûne 17 Filistînî, li Nablusê jî 7 Filistînî di encama êrîşên çeteyên rejima îşxalker de şehîd bûn.

Sala borî ya di ‘eynî demê de jî 14 Filistînî ji teref çeteyên rejima îşxalkeran ve hatibûn qetilkirin. (ÎLKHA)