Ji Tirkîye komeke imrê ya ‘ewil ku 50 mirov tê de bûn çûn wan ‘erdên pîroz.

Kesên bi tevî balafirên ku aîdê Erebîstana Siûdî ye çûn Cîddeyê û gotin ku ew gelek kêfxweşin.

Hat destnîşankirin ku bû 2 sale ji ber tedbîrên coronavîrûsê him ji Tirkîye û him jî ji tu welatê ji bona imre û hecê nikaribûn biçûna Erebîstana Siûdî.

Seferên hecê jî ew ê îsal di tarîxa 7ê Hezîranê sala 2022yan de dest pê bike.

Ji ber kotaya ku ji teref Erebîstana Siûdî ve hatîye daxuyandin ew ê îsal ji Tirkîyeyê 37 hezar û 770 kes dikaribin biçin hecê. (ÎLKHA)