Rayedarên hikûmetê destnîşan kirin ku Mahinda Rajapaksayê Serokwezîrê Srî Lankayê, îro mektûbê xwe yê îstîfayê teslîmê Gotabaya Rajapaksayê Serokkomar kir.

Raderadan, dîyar kirin ku piştî îstîfakirina serokwezîr wek wezîrê tenduristîyê gelek wezîr jî îstîfayên xwe dan.

Li Srî lankayê di encama protestoyên ku ji ber pirsgirêka îqtîsadîyê çêdibin de di navbera alîgirên hikûmetê û alîgirên li hembar hikûmetê de pevçûn derdikevin.

Li gorî Nexweşxaneya Neteweyî ya Kolomboyê, ji ber pevçûnên bi şîdet qedexeya derketina derve hat îlankirin û nêzê 80î kesan jî hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)