Adnan Akgonulê Serokê Giştî yê Weqfa Evîndarên Pêxember, bi minasebeta Hefteya Weqfa ya ku her sal di hefteya duyemîn a meha Gulanê de tê îdreqkirin peyamek belav kir.

Akgonul di peyama xwe de detnîşan kir ku sebeba hemû wehşet û qetliaman ji ber tunebûnîya rehmê pêk tê û li axavtina xwe weha zêde kir, “Şîara hevpar yê rûyê êrdê, Qurana ku kehnîya hizûrê ye û Îslama ku bi hedîsa ‘Mirovê ya ku ew ê herî bi xêr e, ew e ku xêra wê ji mirovan re heye ye’ medenîyetê avakirîye, mirovatîye. Xwedê Teala, ji bona nîşana merhemetîyê û ji bona hizûra mirovan ya ku him di vê dinyayê de û him jî di axiretê de wehî û pêxemberan şîyandîye. Ji ber vê yekê fêkîya îmanê ya ‘ewil jî û ew tiştê ku rûyê êrdê li pîya dide sekinandin merhemet e. Û sebeba hemû wehşet û qetliaman ji ber tunebûnîya rehmetê ye.”

“Di dîrokê de ta heta îro ew tiştê ku civakê xirab dike sebeba ya ‘ewil kêmasîya bawerîyêye”

Akgonul di berdewama peyama xwe de weha got, “Weqfan; avakirina hizûr û kêfxweşîyê ya ku Îslam daxwaz dike ava bike ji rêya ew ê herî muhîm yek in. Weqfên ki bi armanca merhemetê hatine sazîkirin, di dîrokê de rûyê ew ê herî xweşik û şefqetê ya Îslamê bûne. Sersarî kirina vê rûyê Îslamê, di civakê de sebeba valahîyeke mezin yê bi ciddî û hizursîzîyê ye. Lewre ev sazîyan, ji bona jîyana însanan yên ku di fitretê de xwedîyê civakîyê ne û çi qas jî bi xuliqadinê bilindtir be jî di ‘eslê xwe de ziîf û mihtac e tişteke jêgener e. Di Quranê de piştî meseleya tewhîdê ew ê ku herî li ser tê sekinandin û bal li ser wê tê kişandin jî edaleta civakîyê ye. Di dîrokê de ta heta îro ew tiştê ku civakê xirab dike sebeba ya ‘ewil kêmasîya bawerîyêye, piştî wî jî bêedaletîya civakî ye.”

Akgonul di dawîya peyama xwe de ragihand ku gerek ji weqfan re alîkarîya meddî û menewî bê kirin û di dawîya peyama xwe de weha got: “Armanca Hefteya Weqfan di ‘eslê xwe de ev e ku di nav civakê de şiûra alîkarîyê û biratîyê di pîya de bidin sekinandin û vê şirûê jî neqil kirina nesla paşê ye. çareserîya vê tiştê ya yekta jî ev e ku gerek ev tişt daîma zindî bê jîyankirin. Alîkarîya bi civakî avakirina hez kirin, şefqet, merhemet û biratîyêye. Ji bona ku weqfan jî bighêjin vê armanca xwe lazim e ku ji wan re bi civakî alîkarîya meddî û menewî bê kirin. Û însan, wek ku Yusun Emre gotîye ‘gerek tu mirovan ji ber ku wê kesê ku wê mirovê avakirîye hez bikî’ û wê kesê jî di gerek di nav mehrûmîyet û şermezarîyê de nehêlî û miamele bike. Nexwe îhmel kirina ‘evdên Xwedê û rûyê êrdê, di alîyê Xwedê de jî dibe sebeba qutkirina merhemet û nisîbê, di vê dinyayê û axiretê de jî dibe sebeba hizûrsizî û hisranê ya axiretê.

Em jî bi vê wesîleyê Hefteya Weqfan ya hemû weqfên me pîro dikin û ji bona ku bibe sebeba xêrê daxwazîya domandina xizmetan dikin.” (ÎLKHA)