Qeza di saetên êvarê de li nêzî gundê Çörekçîlerê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin her du wesayît ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.

Di qezayê de ajokarê wesayîtê S.G û her wisa kesên bi navê N.G. û M.G. mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çankiri û Ilgazê û kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan jî hatin rakirin morgê.(ÎLKHA)