Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê yê ku ji bona meseleya xwendina qîzîn yan ku him di nav welat de û him jî di derveyê welat de bûye meseleya îstismarê, ji bona ku çareserîyek ji vê meseleyê re bibînin bi aliman re dest bi îstîşareyan kir.
Aziz Ahmed Reyyanê Berdevkê Wezaretê yê Perwerdehîyê, ji radyoyeke taybet re axavtinek kir û derheqê meseleyê de got ku îstîşareyên ku derheqê vê meseleyê de bên kirin dest pê kirin.
Reyyan di axavtina xwe de weha got: “Vekirina dibistanê ji bona xwendekarên qîzîn ya sinifa 7emîn û 12emînê ku him ji bona Efxenîstanê û him jî ji bona dinyayê muhîm e. Derheqê vê meseleyê de civînan, îstîşareyan û civînên bisîstem tertîp dikin. Ew ê di demekê nêz de ji vê meseleyê re çareserîyek bê dîtin.” (ÎLKHA)