Êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst li Mescîd-î Eqsayê berdewam dike.

Gelek polêsên rejima îşxalker a sîyonîst, di seatên serê sibê de li Mescîd-î Eqsayê êrîş li Filistînîyên ku li hember îşxalê nobetê digirin û îbadetê dikin kirin.

Îşxalkerên sîyonîst ên ku pêşî ketin nav hewşa Mescîd-î Eqsayê, dû re ketin nav mescîda Qîbleyê û ji Misilmanan daxwaz kir ku bila ji mizgeftê derkevin.

Filistînîyên ku ji Mescîdê derneketin jî hatin derbkirin.

Îşxalkeran jî gelek bombeyên xez û deng avêtin nav mescîdî Qîbleyê. Hinek Misilmanên ku di mescîdê de îbadet dikirin jî birîndar bûn.

Komek cihûyîyên di bin serokatîya Arnon Segalê sîyonîst û îşxalker de êrîş li Mescîd-î Eqsayê kirin. (ÎLKHA)