Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 10 kes sivik birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.
Dawut Gulê Walîyê Entabê di hîsaba medyaya xwe yê civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîyê de weha got, “Otobûsekê ku ji Xarpetê diçû Kinikan, li navçeya Nurdagîyê di pişt de li tirek xistîye û qelibîye.
Di encama qezayê de 10 welatîyên me birîndar bûn û hatin sewqkirin li nexweşxaneyan.
Ji kerema xwe re di vegerandina ‘îdê de bi dîqqet bin.” (ÎLKHA)