Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsek dema ku ji bajara Fort Portalê dihat bajara Kampalaya paytexta Ugandayê di rêya Kampalayê de qelibî û qeza kir.
Di encama qezayê de 7 jê zarok tev de 20 kes mirin. Ji 20 kesan jî 11 zilam û 9 jî pîrek bûn.
Hat destnîşankirin ku gelek birîndar jî hene û birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê. (ÎLKHA)