Yapiciogluyê ku bi heyeta pê re hat Bedlîsê ji teref teşkîlata parêzgeha Bedlîsê ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu gora Celal Gulê ku li Goristana Muştakbaba Asri Mircatlık a taxa Zeydanê hatibû definkirin ziyaret kir û dia kir.

Yapiciogluyê ku ji goristanê derket çû serdana malbata Gulê ku li gundê Yukselîşê dijî. Yapicioglu ji aliyê bira û xizmên Gul ve hat pêşwazîkirin. Yapicioglu cejna malbatê pîroz kir û sebir ji malbatê re tewsîye kir.

Yapicioglu piştî ziyaretê ji Bedlîsê veqetîya. (ÎLKHA)