Bûyer doh danê êvarê li taxa Buyuransu ya navçeya Baglarê pêk hat.

Kesên nasnameya wan nediyar gule li wesayîta bi plaqeya 34 DUG 48 ya ku ji heman malbatê 5 kes tê de hebûn, reşandin.

Di bûyerê de dayik G.D û keça xwe N.D jiyana xwe ji dest dan, bav A.D û zarokên wî M.D û S.D birîndar bûn.

Cendirmeyên ku piştî bûyerê dest bi xebatê kirin, heta niha 16 şikbar girtin û bin çav kirin.

Lêpirsîna derbarê êrîşê de berdewam dike. (ÎLKHA)