Li gorî medyaya Filistînê, şanda di serokatiya Cîgirê Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Musa Ebû Merzuk de dê li Moskowê bi rayedarên Wezareta Derve ya Rûsyayê û rayedarên din re hevdîtinan pêk bîne.
Fethi Hammad û Hussam Badran jî digel Merzuk çûn Moskovayê.
Hat ragihandin ku heyet wê rewşa Qudsê, geşedanên li Filistînê û têkiliyên dualî yên Rûsya û HAMASê bi rayedarên Rûsyayê re binirxîne.
Di dawiya meha Kanûna borî de şandeke HAMASê çûbû paytext Moskowayê û bi rayedarên Rûsyayê re hevdîtin kiribûn. (ÎLKHA)