Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin du berxwedêrê Filistînî li nêzê herêma Salfîta Şerîaya Rojava, erebeyeke ku leşkerên rejima îşxalker tê de bûn hedef girtin.

Di encama çalakîyê de leşkerek mir û leşkerek jî birîndar bû.

Hat destnîşankirin ku berxwedêrên Filistînî piştî çalakîyê ji herêmê dûr çûn.

Ji teref artêşa rejima îşxalker ve jî hat daxuyandin ku ew ji bona ku wan berxwedêran biqefêlin xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)