Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kelek di seat 13.15an de li wîlayeta Hokkaîdoyê bin av bû. Teşkîlata Ewlehîya Sehl yê Japonyayê jî daxuyand ku kelekek ku tê de 24 rêwî û 2 murettebat hebûn li wîlayeta Hokkaîdoya li bakura welat bin avê okyanûsê bû.

Hat destnîşankirin ku di kelekê de 2 jê zarok, 2 jê murettebat tev de 26 kes hebûn.

Ji teref rayedarên ewlehîya sehlê ve hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)