Bûyer li nêzî gundê Bakimliya ku 25 kîlometreyan dûrî  navenda bajêr e pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber ku şofêrê bi navê Îlhamî D. hakimiyeta dîreksîyona otomobîla bi plaqeya 06 DC 6939 winda kir wesayît gindirî qenala avdanê.

Hat ragihandin kesekî bi navê Abdullah D. bi hewldanên xwe ji wesayîtê derket,lê belê 5 kesên din ên di wesayîtê de canê xwe ji dest dan.

Abdullahê ku ji qezayê birîndar xelas bû hat rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)