Êrîşên polêsên rejima îşxalker li Mescîdî Eqsayê berdewam dike.

Îşxalkeran, îro di seatên serê sibê de êrîş li Filistînîyên ku di Mescîdî Eqsayê de nobetê digirtin û îbadetê dikirin kir.

Gelek sîyonîstên îşxalker yên ku ketin nav hewşa Mescîdî Eqsayê, ji Filistînîyan daxwaz kir ku bila ji Mescîda Qîbleyê derkevin.

Filistînîyên ku ji Mescîdê derneketin jî ji teref îşxalkeran ve hatin derbkirin.

Di encama êrîşê de hinek Filistînîyan birîndar bûn û hinek Filistînîyan jî ji teref rejima îşxalker ve hatin desteserkirin. (ÎLKHA)