Dadgeha Bilind, qirara meseleya 2013an dîyarî kir, cizayên ku ji Muhammed Bedîî, Muhammed Bîltacî yê Sekreterê Partîya Edalet û Hurrîyetê û Safwet Hîcazî re hatine dayîn tesdîq kir.

Dadgeh, ji bona 6 endamên Îxwanê 15 sal, ji endamek Îxwanê re 3 sal cizayê hepsê bi sûcdarîya “provoke kirina meseleyên bi şîddet” qirar da û ew qirarê tesdîq kir.

Dadgeha Bilin jî, doza Bedîî û 15 kesên dinê yê ku bi navê sûcdarîya “casustîya ji bona HAMASê” jî di tarîxa Tîrmeha 2021an de di navbera 7 sal û 25 salan de tesdîq kiribû. (ÎLKHA)