Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Dirbêsîyê û Dêrikê kesên nasnameyên wan nediyar in êrîş birin li ser ofîsên ENKSê û avahîyên wan şewitandin.

Tê diyarkirin her du êrîş ji teref Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYD/PKKê ve girêdayîne hatiye kirin.

Komên ku navê Ciwanên Şoreşger li xwe dikin li Rojavaya Kurdistanê tim û tim êrîşan dibin li ser kesên ku ne ji PKK/PYDê ne û avahîyên aîdî muxalifan dişewitînin û însanan direvînin.(ÎLKHA)