Ji de’weta Abdussamed Yalçinê Temsîlkarê Hewlêr yê HUDA PARê re sîyasetmedar, alim û rîspîyên herêmê beşdar bûn.

Ji bernameya ku di avahîya Temsîlkarîyê de hatîye dayîn re mêvanên wek Mela Cemal Hewlêrî, Şêx Celal Herkîyê ji şêxên ‘eşîreta Herkîyê, Mele Tahsîn Hoşnawê mesulê ofîsa Şaklawayê Yekîtîya Alimên yê Kurdistanê, Osman Kanîkurdeyê endamê Parlamentoyê Kurdistanê yê Komela Dadgerî jî beşdar bûn.

Fitarî bi xwendina azanê û bi duakirinê hat vekirin.

Yalçin piştî şîva fitarîyê, bi mêvanan re eleqeder bû û bi wan re mihabbet kir.

Mêvanên ku beşdarê fitarîyê bûn jî, sipasîyên xwe dan Yalçin. (ÎLKHA)