Hat destnîşankirin ku ekîbên Micadeleya bu Sûcên Narkotîk, di tarîxa 11-17ê Nîsanê de li dijî tîryakfiroşan operasyon hat lidarxistin.

Di encama operasyonan de 161 şikdar hatin binçavkirin û hatin sewqkirin dadgehê.

Hat ragihandin ku ji wan 161 şikdaran 25 kesan di encama dadgehê de hatin girtin.

Di encama operasyonê de jî ji 220 kîloyî zêdetir tîryak, 3 hezar û 262 heb hebên tîryakê, 113 kenewîra hînt, çekek bêruhsat û tivingek bêruhsat hatin bidestxistin. (ÎLKHA)