Ji teref îşxalkeran ve ji ciwanên ku di seatên serê sibê de li hember êrîşên rejima îşxalker li bajaroka Al-Yamouna Kampa Cenînê berxwedanê nîşan dan re êrîş hat kirin.
Hat destnîşankirin ku di encama êrîşan de heta niha 2 ciwan giran birîndar bûn.
Ji teref Wezareta Tenduristîyê ve hat destnîşankirin ku ji ciwanan yek di serî û stuyê xwe de ciwanê dinê jî di pişta xwe de gule xwarin û birîndar bûn.
Di seatên êvarê de jî ciwanekî di encama êrîşên ku li Qudsê hat kirin de bi guleyan birîndar bûbû. Ciwanên Filistînî jî bi molotof, kevir û agirbazîyan bersiv dan.
Hat ragihandin ku di encama êrîşên Cenîn, Beytullahîm û Şerîaya Rojava de jî gelek Filistînî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)