Li ser rêya Babîl-Bexdayê qezayek wek qetlîamê pêk hat. Di encama qezayê de 11 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Ji teref Daîreya Agahdarîya Midirtîya Giştîya Trafîqê ya Iraqê ve hat destnîşankirin ku li herêma Tunusa bajara Hîlla ya ku girêdayê wîlayeta Babîlê ye 2 erebe li hev qelibîn.

Hat îfadekirin ku sedema qezayê ji ber lezçûna erebeyê û bêdîqqetkirina şofêran bû. (ÎLKHA)