Alîkarê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Suat Yaşasîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev daxuyanî parve kir:
Damezrîner û Serokê Yekemîn ê Komîteya Alimên Filistînê Şêx Ebdulxanî Temîmî di van saetên pîroz de çû rehma Xwedê. Xwedê rehma xwe lê bike. Em sersaxiyê ji hemû malbat û hevkarên Filistîn û Urdunê re dixwazin.”
Em jî wek malbata ÎLKHAyê ji Xwedê jê re rehmê û ji xizm û hezkiriyên wî re jî sebrê dixwazin.(ÎLKHA)