Ya'u Abubakarê Endamê Meclîsê yê Gargayê derheqê êrîşê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li herêma Kanemê ya ku girêdayê wîlayeta Plateauyayê ye komekî bi çek, bi ketûber êrîşê derdorê kirin.

Abubakar di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encama êrîşê de 154 kes mirin, 4 hezar û 800 kes jî malên xwe terk kirin.

Li gorî daxuyanîya Serokatîya Dewletê hat destnîşankirin kesên ku êrîşê kirine gerek ‘neyên xelaskirin û neyên efûkirin’. (ÎLKHA)