Sazîya alîkarîyê Avrupa Yetim Eli li herêma Tangaya paytexta Tanzanyayê ji bi sedan kesên bi feqîr re alîkarîya erzaqê kir.
Gokhon Karalokê Temsîlkarê Avrupa Yetim Eli yê Darmstad derbarê mijarê de destnîşan kir, ew li vê derê ji bi sedan malbatên feqîr re alîkarî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her wisa em sofrayên fitarê dideynin. Xebata me ya cil û bergan a ji bo êtîman jî berdewam dikin. Em ji xêrxwazan daxwaz dikin ku di vî warî de me tenê nehêlin.”(ÎLKHA)