Muhammed Sudan Xoceyê ku di salên 1980î de bi taybetî ji ciwanan re kekêtîyê kirîye û ji derdên wan re bûye hevpar, ji teref ciwanên wê demê yên ku 18-20 salî bûn nehat jibîrkirin, nayê jibîrkirin.
Sudan Xoce, muhebbet û eleqeya xwe yê xeyn şîrîn bi tevî tebesima xwe yê bi şefqet û merhemet di dilê ciwanan de xwe bi cîh kir, bi tevî qezenckirina ciwanan û dilên xweşîk xwe li herêmê da naskirin.
Adnan Akgonul jî ji wan ciwanan yek bû û di salvegera 8emîn a rehmet kirina Muhammed Sudan Xoce de qala dema ku hevdû naskirine, nirxandinên Xoce yê ji pirsgirêkên wê demê re, sebr û metaneta wî kir.
“Bi wî re diltîrsîya dinyayê tinebû, bi wî re fikra ‘Ez çi qas însanan dikarim beşdarê de’wê bikim’ hebû”
Akgonul di axavtina xwe de destnîşan kir ku naskirina wî û Sudan Xoce, di dema sala 1980î yan de li cîhê Balikçîlera wexta bavê wî dikana konfeksîyonê dida xebitandin bû ye û ew li axavtina xwe weha zêde kir, “Bavê min mişterîyê wan bû. Dema ku ez bi bavê xwe re çûm dikanê ez û wî me hevdû nas kir. Bi taybetî wê tebessima wî yê ku ji ciwanan re dida nîşandan û ew tebessim jî ji ber ku eleqe û têkilîya wî ji ciwanan re hebû min ji kûrî tesîrdar kir. Em li dikanê bûn piştî ku îkram da me ji min re weha got, ‘Ez daxwaz dikim ku te li vê derê tim û tim bibînim, derê me daîma vekirîye’. Ew wek mîqnatîsê bû, mirovan kaşê xwe dikir. Kî bihata cem wî di dema naskirina ‘ewil de di dilê wî kesî de tiştek çêdibû. Ji ber çûndin û hatina ciwanan, dikana wî bûbû cîhê serî lê danê.”
Akgonul di axavtina xwe de bal kişand ku Sudan Xoce, ji bona ku ciwanan di nav wê heyata gemarîyê de derxe û wan ji wê rêya xirab xelas bike hemû îmkanên xwe seferber dikir û ew li axavtina xwe weha domand, “Dikanên kar, wê demê li Dîyarbekir cîhê ku herî mijûlbû bû û di wan dikanan de gelek kar dihat kirin. Qezencê xwe jî ji bona ciwanan xerc dikir ji wan re kitêban distand, hercane dida wan; bavê wî ji wî re gotibû ku ‘Kurê min eger tu weha bikî ew ê ev kar çawa bibe.’ Keko jî ji bavê xwe re tebessim kir û got ku ‘Xwedê Kerîm e. Îxtîyacîya me bi wan ciwanan heye, ew îstîqbalê me ne, ji bona wan gerek em fedakarîyê bikin.’ Ez ji van gotinan re şahidim.”
Akgonul, “Ew wê dikana xwe yê ku gelek kar dikir û qezenca wê pirbû, ji bona de’wa Îslamê û ji bona ku însanîyet bighêje hîdayetê feda kir. Eger ku ew wê mal û milkê xwe ji bona de’wa Îslamê feda nekira, ew ji dewlemendên Dîyarbekir bibûya. Feqet ew ne li pey mal û milkê dinyayê bû. Bi wî re hew fikra ‘Ezê çawa însanan beşdarê de’wê bikim’ hebû. Bi ciwanan re ew qas eleqe û minasebet çêkiribû ku mala xwe kiribû wek mêvanxaneyê. Carna 15-20 ciwan dihatin mala wî, bi seatan li cem wî diman dîsa jî ji sohbet û exlaqê wî yê xweşik têr nedibûn.”
“Bi xîret û têkoşîna wî bi sedan xort ji rêya xirab xelas bûn”
Akgonul di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku wan rojan dijmin û neyarên Îslamê li hember Îslamê gelek êrîş û zilman dikir, wan dijminan bi çapemenîyê jî agahîyên vir belavê milletê dikirin û ew li weha li axavtina xwe zêde kir, “Çend hevalên me di rojnameyê de xeberên ku derheqê cemaatê de xirab dihat derxistin didîtin kêfa wan gelek xira bûbû. Ji wan hinekan hatin cem kekê Muhammed Sudan û ji wî re weha gotibûn, ‘Keko êdî sebra me nemaye, li hemberê me pir xeber didin, em ê çi bikin? Keko jî ji wan re weha digot, ‘De’wa me heq e, tiştên ku em dikin Xwedê dibîne û şahide. Xwedê ji me razî bûye ya kî dibêje çi bila bibêje, em ê ji rêya xwe re berdewam bikin.”
Akgonul di axavtina xwe de ragihand ku bi wesîleya xîret û têkoşîna Muhammed Xoce bi sedan xort di nav rêya xirab de derketin û xelas bûn, bi taybetî jî ji xortên ku beşdarê de’wê bûne re ji bona ku wan dest bi hereketê bide kirin nesîhetan dikir û qala nesîhetên Sudan Xoce jî kir û weha got: “Ji we her yek gerek di mala xwe de, di taxa xwe de, di derdorê xwe û mizgefta xwe de wezîfedarî bigrin. Vê de’wê di nav xwe de tenê nehêlin, ji dost û hevalên ku hûn çi qas nas dikin re jî bighêjînin. Bi taybetî destê xwe ji mizgeftan bernedin, biçin mizgeftan. Dema ku hûn destê xwe ji mizgeftan bernedan ew ê hûn ê îmana xwe mihafeze bikin û hûn ê de’wa Îslamê bighêjînin mirovên dinê. Heval, eqrebe û dostên ku hûn bi wan re hevaltîyê dikin û hûn wan naskirine bibin mizgeftan, ji wan re dersa Quranê bidin. Çîmkî alîyê herî xweşik yê mizgeftan ev e ku tê de îbadet bê kirin û kelama Xwedê bê xwendin.”
“Ew, ji wan şexsîyetên herî kêm yên ku ji wan mîsal bên girtin bû”
Akgonul di berdewama axavtina xwe de dîyar kir ku Sudan Xoce gelek ciwanên bi sedan bi Quranê re daye naskirin, heyata pêxemberê me ji wan re daye hînkirin, wan ciwanên ku berê hurmet û qîmetê yê ku nedidan tu kesî anî mizgeftan û heyata wan kir wek heyata eshabîyan, Akgonul bal kişand ku ev tişt jî bi xîret û têkoşîna herî mezin yê Sudan Xoce çêbû.
Akgonul axavtina xwe weha domand, “Dema ku wan zilman zêde bûn, jîyana mihaceretê ji Sudan Xocer re dest pê kir. Ligel vê yekê ew dîsa jî dev jê berne da. Dema ku ket zindanê wek Hezretî Yusuf sebr û metaneta wî hebû. Tu car ji derdorê xwe re rewşa xwe yê qutidandîbûnê, bêzarîyê, keder û kerbê nîşan nedida. Di wê demên xwe yên herî zor û zehmet de jî ji mirovên ku diçûn cem wî re moral û kêfê dida. Ji wan kesan re gotinên ku wan teşwîq bikirana digot. Xwedê Teala bi rastî jî ji wî re sebr û metanetek muezem dabû. Teqdîra Xwedê dema ku wext temam bû Xwedê Teala wî bir alîyê xwe. Xwedê Teala bila wan xebatên wî bi xirabîyê dernexe, bila Xwedê Teala li hember wan fedakarîyên wî gelek rehmetan bide û bila cîhê wî cinet be.”
Akgonul di dawîya axavtina xwe de weha got, “Me wî bîrva nekir û em ê wî bîrva jî nekin. Bi îzna Xwedê em ê bi tewsîyeyên wî meşandina vê rê berdewam bikin. Bi taybetî di vê rojan de wan kesên ku rêyên xwe şaş kirine, ji wan însanên ku pêşîya xwe reş kirine re tewsîye dikim, Mitleqe heyata Muhammed Sudan Xoce bixweyînin û jê dersan bigrin. Ew cewherekî ye, ew ji wan şexsîyetên herî kêm yên ku ji wan mîsal bên girtin bû. Gelek tişt hebû ku meyê ji wî bigirta. Xwedê Teala ji wan kesên ku di rêya wî de diçin re fedakarîya wek wî û xîret û têkoşîna wek wî bike nisîb.” (ÎLKHA)