Sazîya ku ji roja ku çûye Ugandayê vir ve cûrbecûr alîkarîyan kir, vêcarê jî ji zarokan re alîkarîya cil û bergehan kir û rûyê wan kenand û dilê wan xweş kir.

Umît Ataşê Alîkarê Serokê Giştî yê Fransa Yetîm Elîyê  derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji ber meha Remezanê li Ugandayê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wan alîkarîyên ku xêrxwazan gihandine me li birayên xwe yên li vê derê belav dikin. Di vê bergehê de me ji bi sedan zarokan re alîkarîya cil û bergan kir. Xweda nesîb bike ew ê xebatên me berdewam bikin.(ÎLKHA)