Qeza li navçeya Adilcewazê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku koçberên neqanûnî tê de bûn li nêzî gundê Bahçedere ji kontrolê derket û qulibî.

Di qezayê de 4 koçber ên ku hat tesbîtkirin bi qaçaxî derbasî welêt bûne jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.

Li ser îxbarê ekîbên cendirme, îtfaiye û 112 Tenduristiyê yên Acil sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên Adilcewaz, Ahlat û Tetwanê. (ÎLKHA)