Êrîşa leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dabû destpêkirin, berdewam dike. Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji roja ewil a şer heta niha hezar û 563 sivîl hatine kuştin û 2 hezar û 213 sivîl jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ji kesên ku mirine 167 jê zarok in.(ÎLKHA)