Ji teref Walîtîya Sêrtê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ji teref Midirtîya Şubeya Micadeleya bi Terorê ve li navenda bajêr li hember PKK/KCKê operasyona hevdemî hat lidarxistin. Di encama operasyonan de kesek fîrar bû û ji bona ku bê qefaltin xebat berdewam dike, kesekê dinê jî piştî pirsyarkirinê hat berdan, 3 kesên dinê yên ku hatin teslîmkirin meqamên edlî û ji wan 2 kes jî bi şerta qontrola edlî hatin berdan, kesekê yê dinê jî hat girtin û ji Sazîya Înfaz û Cizayê re hat teslîmkirin.” (ÎLKHA)