Hat destnîşankirin ku firtûneya qûmê li bajarên Kurdistana Başûr û Iraqê xwe bi xirabî tesîrdar kir û mirovan jî heta 50î metreyî pêşîya xwe nedîtin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li Tuzhumatudaya ku girêdayê wîlayeta Selehaddînê ye 5 kes ji ber firtûneya qûmê canê xwe ji dest dan.

Şêrwan Ebdulrehîmê Alîkarê Midirê Nexweşxane yê Tuzhurmatuyê ji çapemenîyê re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de ragihand ku gelek kes di bêhn girtinê de zehmetîyê dikşînin, 21 kes serî li nexweşxaneyê dan û ji wan 5 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Ebdulrehîm di berdewama daxuyanîya we de îfade kir kesên ku canê xwe ji dest dan ‘emrên wan di navbera 43 û 86an de bûn, meseleyek wisa heta niha hê nehatîya jîyankirin.

Ebdulrehîm ji xelqê re jî hişyarî da û weha got, “Heta ku hûn mecbûr nemînin ji malên xwe dernekevin, lê eger ku mecbûr bimînin jî bi tevî maskêyan derkevin.”

Hat destnîşankirin ku firtûneya qûmê ew ê çend rojên dinê jî berdewam bike. (ÎLKHA)