Hat daxuyandin pevçûna ku li herêma Darfura Başûrê dest pê kir li 11 gundên dinê jî belav bûn, hinek gund hatin şewitandin û nêzê 500 kesan jî xwe sipartin bingeha leşkerî ya ku aîdê artêşa Sudanê ye.

Li gorî agahîyan hat îfadekirin ku 15 hezar însan ji pevçûnê tesîrdar bûn.

Li herêma Darfura ku lu rojavaya welatê ye, di navbera eşîran de ji ber ‘erd, heywan û avê carna pevçûn derdikeve, di encama van pevçûnan de jî bi sedan însan canê xwe ji dest didin. (ÎLKHA)