“Me berê di binê germahîya 45 dereceyê de him dixebitîyan û him jî rojî digirt”
Zubeyîr Yel di axavtina xwe de îfade kir ku ew wextên xwe yên rojîyê bi tevî îbadetê derbas dikin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Me berê di binê germahîya 45 dereceyê de him dixebitîyan û him jî rojî digirt. Însan berê li gorî însanên niha gelek bi qewet bûn. Bavê min bi tevî devê bi rojî di seatên serê sibê de diçû nav ‘erd, dana nîvroya dihat malê, dema ‘esrê jî ku dinya hênik dibû cardin diçû nav ‘erd. Melê gund jî di paşîvê de ji bona ku gundîyan rabikarana li tenekeyan dixist û mal bi mal digerîya. Niha hemû tişt bûye teknolojî. Telefonê didin ber serê xwe û wisakî radibin paşîvê.”
MUHYÎDDÎN OZTURK
“Kanê wan alîkarîyên berê, çi qas bereket di wan de hebû”
Muhyîddîn Ozturkê 83 salî yê ku gelek nexwaşînên wî hene, digel ew qas nexwaşînên xwe jî ew rojîya xwe digre, “Bi min re nexweşîna qelb heye, bêhntengî hey, di pişta min de firk heye, di nigên min de kirêc heye lê hemd ji xwedê re ku digel van nexwaşînan ez rojîya xwe digrim. Dema ku em ciwan bûn me nîska çape dikir, misir û pemû diavêt dîsa jî hemd ji Xwedê re me rojîya xwe digirt. Rojîya wê demê ji ê niha xweşiktir bû. Berê tema şîvê jî bi tem bû. Hemû kes alîkarîyê bi hev dû re dikir. Niha jî çi wan alîkarîyên berê çi jî bereketa wê demê heye.”
SEYFETTÎN YARBA
“Rojî, wek ku tu bedêna xwe binhêrî ye”
Seyfettîn Yarba jî di axavtina xwe de îfade kir ku him meddî him jî menewî feyda rojîyê heye, “Hemd ji Xwedê re em rojîya xwe digrin. Ji ber ku Remezan hênik derbas dibe em birçî nabin. Rojî emrê Xwedê ye.Em dema ku ji bona Xwedê rojî bigrin ew ê mikafata wê jî li gorî wê bibe. Dema ku însan rojî bigre him bedêna wê bêhna xwe dide him jî ji mîdeyê re gelek feyda wê heye. Mirov di salê de mehekî rojî bigre wek ku tu ji bedêna xwe binhêrî ye. Em di rojîyê de îbadetên xwe zêde dikin. Di vê mehê de bi muqabeletî Quranê dixweyînin. Piştî nimêja ‘eşayê terawîhên xwe dikin. Berê li gunda çape dihat bikaranîn lê dîsa jî mirov rojîya xwe digirt. Niha jî tiştekê ku vegerîyaye tuneye. Meha Remezanê gerek ji bona her demî ‘eynî bibe.”
HUSEYIN KAYA
“Însanan berê di meha Remezanê de bi hev dû re bi şefqetî û bi merhemetî muamele dikir”
Huseyîn Kayayê 70î salî jî di axavtina xwe de bal kişand ku însanên dema berê li gorî însanên niha gelek baştir in, “Însanên berê li gorî însanên niha gelek baştir bûn. Niha qîmeta însanan nemaye. Her kes qîmetê dide însanên xirab. Însanan berê di meha Remezanê de bi hev dû re bi şefqetî û bi merhemetî muamele dikir, Misilmantî wek niha nebû. Dema berê, bi hemû tiştên xwe ji niha baştir bû. Em niha ji hemû tiştan re bi şaşwazî dinêrin. Remezan xweş diçe lê însan nebaş in.”
ABDULHAMIR KARAKAN
“Însan berê gelek bi qîmet bû niha jî çi însanîyetî çi jî heya nemaye”
Abdulhamît Karakanê 72 salî jî qala Remezanên berê kir û di axavtina xwe de weha got, “Çi qas nexwaşînên min pirin jî hem ji Xwedê re ez niha rojîya xwe digrim. Dema ku ez ciwan bûm, di medreseyê de xwendekar bûm. Dema ku me li gund dixwend, ji bona ku gundî şîyar bibin di paşîvê de me wan radikir. Niha jî însan telefonan didin ber serê xwe. Rojîyên berê gelek xweş bûn, wekê rojîyên niha nebûn. Wê demê însanîyetî gelek baş bû, niha însanîyetî û heya nemaye. Niha dinêrî di orta cedê de şîvê dixwin. Dema berê însanên ku van hereketa bikirana ew mirov dihat eyibandin. Wê demê dema ku yek rojî negirta wek sûceke mezin kiribû dihat hesibandin. Niha tiştekî wisa tuneye.” (ÎLKHA)