Hat destnîşankirin di nav amûrên ku hatine bidestxitsin de amûrên elektronîk, rulet û mesaya ruletê jî hene û wan amûrên qumarê bi silîndîran û bi dozeran hatin îmhekirin.
Di hîsaba medyaya civakî ya Yekîneya Asayîşa Hewlêrê de derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de hêjmarên amûran jî hat dîyarkirin.
- 30 heb cîhaza qumarê ya elektronîk
- 4 heb makîneya ruletê
- 14 heb mesaya ruletê
- 4 torbe pûlê qumarê
Vîdeoya amûrên ku bi silîndîran hatin îmhekirin jî di medyaya civakî de hat belavkirin û ew hereket jî bi ji teref civakê bi kêxweşî hat dîtin. (ÎLKHA)