Rejima Esad yê ku her sal di meha Remezanê de êrîşên xwe zêde dike dîsa qetlîam kir.

Hat destnîşankirin ku rejima Esad li gundê Maarat al-Naasan li bakura bajara Îdlîbê, di dema derketina xwendekaran de bi topan êrîş li rêya dibistanê kir. Di encama êrîşê de 4 zarok canê xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku ekîbên parastina sîwîl ji birîndaran re midexele kirin. (ÎLKHA)