Filistînîyên ku piştî nimêja terawîhê ji Mizgefta Mescîdî Eqsayê derdiketin, dûçarê provokekirina rejima îşxalker a sîyonîst bûn.
Îşxalkeran bi xaza bîberê, bombeyên deng, guleyên plastîk û bi copan 19 Filistînîyan birîndar kir.
Hinek polêsên ku xwe bi sîwîlî kiribûn nav Filistînîyan ku ji wan re jî dibêjin “mustarîbîn” hinek Filistînîyan jî desteser kirin.
Hat destnîşankirin ku piştî wan meseleyan êrîş li malên Filistînîyan hat kirin û di encama êrîşan de gelek Filistînî hatin esîrgirtin.
Yaîr Lapîdê rayedarê karên derve yê îşxalkeran, roja yekşemê bi tevî polêsên îşxalker erîş li Bab Al-Amudê kiribû, ev rewş jî ji bertekê Filistînîyan kişandibû.
Êrîşên îşxalkeran yê ku li Filistînîyan dikin di nav îşxalkeran de jî bû sedema minaqeşeyê.
Benny Gantzê Wezîrê Parastina yê îşxalkeran çûndina Yaîr Lapîdê rayedarê karên derve yê îşxalkeran yê li Derîyê Şamê, destnîşan kir ku ev gava ku tê avêtin di navbera Filistînîyan û îşxalkeran de dibe sedema pevçûnê.
Gantz di axavtina xwe de weha got, “Em hereketên ku Filistînîyan hêrs dike û îstîqrarê dihêjikîne nekin. Remezan dewreke xessas e.” (ÎLKHA)