Qeza li ser xeta Lubudi-Buyofwe ya eyaleta Lualaba qewimî. Li gor medyaya welêt trêneke barhilgir ku herî kêm 75 kes tê de bûn ji ber sedemeke ku nayê zanîn ji rê derket.
Li gorî agahiyên destpêkê di bûyerê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 14 kes jî birîndar bûne. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)