Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbûseke bi plaqeya 33 ADL 683 yê ku di bin qontrola Ridwan A. de bû di seatên serê sibê de li ser rêya Mêrsîn- Entalyaya li Taxa Buyukcelîyê qeza kir.

Hat destnîşankirin ku di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 11 karkerên ku di Santrala Qeweta Nukleera Akkuyuyê de dixebitîyan birîndar bûn.

Hat ragihandin ku bi xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, polês û îtfaîye hatin sewqkirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)