Hat destnîşankirin ku li navçeya Osmangazîya Bursayê di daristanê de şewateke ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat û şewat bi tesîra bahozê jî di demeke kin de zêde bû.

Bi xeberdayîna mirovan ji cîhê şewatê re ekîbên Midirtîya Herêmê ya Daristanê, Fermandarîya Cendermeyê, Şaredarîya Bajar a Mezin, Şaredarîya Omangazî, Şaredarîya Harmancik û Şaredarîya Kelesê hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku ji şewatê re 22 avreşok, 14 tanker, 2 qrêder, 1 loder, 5 dozer, 10 erebeya midexeleya ‘ewil û 90 personel midexele dikin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin şewat ji cîhê nêzê 60 hektarî tesîr kir. (ÎLKHA)