Di Mizgefta Ayasofya-i Kebîrê Şerîf a ku 86 sal paşê di tarîxa 24ê Tirmehê sala 2020an de bi tevî beşdarbûna Serokkomar Receb Tayyîb Erdogan ji îbadetê re hatibû vekirin de, ji ber pandemîyê bi 2 sal derengmanîyê heyecantîya kirina nimêja terawîhê ya ‘ewil hat jîyankirin.
Prof. Dr. Alî Erbaşê Serokê Karên Dîyanetê nimêja terawîhê da kirin û mizgeft jî hê berîya wexta nimêjê bi beşdarbûna miletê tijî bû. Gelek kesên ku daxwaz dikirin 88 sal paşê li Ayasofyayê nimêja terawîhê bikin, li hewşa mizgeftê û li alîyê êşînayîyê de sef girtin û nimêjên xwe kirin. (ÎLKHA)