Grandi, di hîsaba medyaya xwe yê cîvakî de weha daxuyand, “Penaberên ku di dema destpêka êrîşên Rusyayê yê li Ukraynayê kir heta niha de derketine bûn 4 milyon. Ez niha hatim Ukraynayê. Ez ê li Lvîvê bi rayedaran, NY û hevparên dinê re ji bona ku alîkarîyên me yên li wan însanan tên kirin zêde bibe em ê wan rêyan û çareserîyan munaqeşe bikin.”

Li gorî daneyên NYyê, ji nîvê miltecîyên Ukraynayê zêdetir çûne Polonyayê. Dû re çûne Macarîstan, Moldova, Slovakya, Romanya û welatên Ewrupayî yên dinê. (ÎLKHA)