Di koordînasyona Serdozgerîya Komerîya Stenbolê de ji bona ku 21 şikdar bên qefaltin di seatên serê sibê de li Stenbol, Enqere, Hetay, Îzmîr û Erziromê operasyoneke hevdemî hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku di encama operasyonan de 13 kesên şikdar hatin qefaltin.

Di encama lêgerînên ku di edresan de hat kirin de gelek dokimanên rêxistî û amûrên dîjîtalî hatin bidestxistin.

Hat ragihandin kesên ku hatin qefaltin piştî qontrola tenduristîyê ji bona ku îfadeyên wan bên girtin hatin şîyandin midirtîya ewlehîyê ya ku ew li wê bajaran in. (ÎLKHA)