Ahmad Majdalanîyê Wezîrê Pêşketina Sosyal yê Filistînê di radyoya Dengê Filistînê de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku ji 12 hezar malbatên mixtac re bi qandî 700 şekel (3,2 hezar TL) alîkarîya meddî bê dayîn.

Majdalanî di berdewama daxuyanîya xwe de ragihand ku wan alîkarîyan bi navbeynkarîya Banqaya Cîhanê ji malbatên mixtac yên li Xezzeyê re bê dayîn. (ÎLKHA)