Rejima sîyonîst a îşxalker vê şevê, bi çalakîyên çekdarî yên micahidên Filistînî hejîya.

2 micahidên Filistînî, li Haderaya ku di bin îşxalê da ye çekan çalakîyan kirin.

Di encama çalakîya micahidan de 2 polêsên îşxalker mirin û 6 kesên dinê jî birîndar bûn. Di berdewama pevçûnê de 2 micahid jî şehîd bûn.

Derheqê nasnavên micahidan de hê tu daxuyanîyek nehat dayîn. (ÎLKHA)