Rûniştina dozê zêdetirî 100 bersûcên ku di nav wan de rêveberên payebilind ên PKK’ê û her wisa Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên têkildarî êrîşên 6-8’ê Cotmeha 2014’an jî hene û  li Kampusa Saziyên Cezayê ya Sîncanê tên darizandin didome.

Danişîna 10'emîn a ku di navbera 28'ê Sibatê û 11'ê Adarê de pêk hat û 8 rojan dewam kir, wê di 28-29-31'ê Adarê û 1-4-5-7-8'ê Nîsanê de bê dîtin.

Di 6-8ê Cotmeha 2014an de Yasîn Börü, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak û Riyad Guneş dema ku li Diyarbekirê goştê qurbanê belav dikirin ji teref HDP/PKKyîyan ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin. (ÎLKHA)