Tevgera Ensarullahê roja Înê êrîşeke mûşekî birin ser tesîsên şirketa neftê ya neteweyî ya Erebistana Siûdî Aramco.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî da hat diyarkirin ku şewata li 2 depoyên mezin ên petrolê derketin hat vemirandin.

Rayedarên Wezareta Enerjiyê diyar kirin ku di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûn.

Berdevkê Leşkerî yê Tevgera Ensarullah Yahya Serî ragihand ku wan bi balefirên bê mirov û bi mûşekan êrişî Riyada paytexta Erebistana Siûdî, Cîdde, Cîzanê û hin herêmên din kirine. (ÎLKHA)